Xaça Sor a Navneteweyî: Em ji bo çarenûsa kesên li Helebê winda di nav hewldanan de ne

Dîroka Weşanê :
Xaça Sor a Navneteweyî: Em ji bo çarenûsa kesên li Helebê winda di nav hewldanan de ne

PeyamaKurd – Berdevkê şaxê Sûriyê yê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC), Ferîd Hemîd, di daxuyaniyekê de ya li gel Rûdawê bal kişand ser krîza mirovî ya li Heleb û herêmên din.

Hemîd diyar kir ku ICRC wekî saziyeke bêalî, ji bo dîtina rêyeke ewle û gihîştina qurbaniyên şer bi hemû aliyên xwedî hêz re di diyalogê de ye.

ICRCyê di hefteyên dawî de alîkariyên krîtîk gihandiye taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê:

  1. Tenduristî: Malzemeyên bijîşkî ji bo 10,000 kesan (ji bo 3 mehan) û dermankirina 50 birîndarên giran hatine peyda kirin.
  2. Xizmetguzarî: 25 ton alavên paqijkirina avê ji bo stasyona Hefsa û çakkirina kanalîzasyonê li 12 stargehan hatine kirin.
  3. Kobanî: 3,000 pakêtên xwarinê, 24,000 şûşeyên avê û 1,000 çirayên rojê li malbatên hejar hatine belavkirin.

Dosyaya winda û girtiyan 

Derbarê 250 kesên winda yên li taxên Kurdan ên Helebê, Ferîd Hemîd tekez kir ku ew ji raporan haydar in. Li gorî Peymanên Cenevreyê, ICRC dixebite ku çarenûsa van kesan eşkere bike û têkiliya wan bi malbatên wan re bide hev.

Hemîd diyar kir ku ew daxwaza miameleyeke mirovî ji bo girtiyan dikin û dixwazin bigihîjin navendên girtinê, lê saziya wan xwedî desthilata berdana girtiyan nîne.

Li parêzgeha Hesekê, ICRC tîmên xwe zêde kirine. Rojane 1300 metrekup av bi rêya tankeran digihînin 100 hezar kesan. Her wiha alîkariyên xwarinê li kampa Newroz û navendên penaberan ên li Hesekê hatine dabeş kirin.

Ferîd Hemîd di dawiyê de destnîşan kir ku ICRC tenê bi Heyva Sor a Sûriyeyê re bi fermî kar dike, lê ji bo ku alîkarî bigihêje hemî Rojavayê Kurdistanê, ew bi hemû rêxistinên din re hevahengiyê dikin û xwe ji rojevên siyasî dûr digirin.