Associated Press: PKK wê çekên xwe di bin çavdêriya aliyên pêwendîdar de deyne

PeyamaKurd – Associated Press ragihand ku PKK wê çekên xwe li şûna radestkirina wan ji holê rake û destnîşan kir ku ev pêvajo wê di navbera 10-12ê Tîrmehê de li parêzgeha Silêmaniyê were bicîhanîn.
Li gorî nûçeya Associated Press a li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku li ser çavkaniyên cûrbecûr hatiye belavkirin, tê payîn ku pêvajoya bêçekkirina PKKê di navbera 10-12ê Tîrmehê de li parêzgeha Silêmaniyê dest pê bike. Ev wê gava yekem be di bêçekkirina PKKê û nîşandana niyeta baş a li hember Tirkiyeyê de.
Ajansa Associated Press ragihand ku PKK tercîh kiriye ku çekên xwe di bin çavdêriya aliyên pêwendîdar de ji holê rake li şûna ku wan radest bike û hejmara kesên ku wê di destpêkê de çekan deynin wê di navbera 20 û 30 de be.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Ayşegul Dogan li baregeha sereke derbarê civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya roja Pêncşemê, 3ê Tîrmeha 2025an de civîneke çapemeniyê li dar xist.
Dogan gotibû ku di rojên pêş de wê gavên girîng di derbarê pêvajoyê de werin avêtin û biryarên kongreyê wê li Herêma Kurdistanê werin bicîhanîn.





