PeyamaKurd - 6 senatorên Komarîparêz û Demokrat ên Endamên Encûmena Piran a Amerîkayê bi nameyeke ku îmze kirin, biryara vekişîna ji Sûriyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî rexne kirin û xwestin biryara xwe vekişîne.
Senatorên Amerîkayê ji Partiya Komarî Lindsey O.Graham, Marco Rubio, Joni Ernst û Tom Cotton, ji Partiya Demokrat Jeanne Shaheen û endamê serbixwe Angus S.King Jr nameyek ji Trump rê kirin û tê de gotin:
“Nabe rêveberiya te şaşiyên rêveberiyên berê yên Amerîkayê dubare bike û xwe radestî wan kesên nebaş bike.”
‘BÊGUMAN WÊ DAIŞ LI SÛRIYÊ GEŞ BIBE’
Senatoran bal kişand ser têkoşîna dijî DAIŞê û dan xuyakirin, “Heger tu dixwazî biyara xwe ya vekişandina hêzên me ji Sûriyê bicih bînî, bêgûman DAIŞ dê li Sûriyê geş bibe.”
‘DÎKTATORIYA BEŞAR ESED BERDEWAM E’
Senatoran da zanîn ku ‘Teror ne tenê ji bo Sûriyê gef e’ û bi bîr xistin, “Dîktatoriya Beşar Esed li ser gelê Sûriyê berdewam e û em di wê metirsiyê de ne ku vekişandina hêzên me, bibe sedema ku Esed rênimayine din bigire ber ji bo desthilata xwe bihêz bike.”
‘DÊ BAWERIYA HEVPEYMANAN BI ME KÊM BIBE’
Senatoran di nameyê de fikarên xwe yên xurtkirina çalakiyên Rûsya û Îranê li herêmê anîn ziman û diyar kirin, “Îran û Rûsyayê krîza Sûriyê ji bo zêdekirina hêza xwe li wî welatî bikar anîn. Îran û Rûsya her xaleke lawaz bibînin, dê hebûna xwe li navçê zêde bikin. Herwiha baweriya hevpeymanên me li navçê jî dê bi me kêm bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin