PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya video konferansê, bi rêvebirên asayîşa 3 bajarên Kurdistanê re hevdîtin kir: Bi rêvebirê asayîşa Duhokê, Silêmanî û Hewlêrê re. Barzanî di babeta tedbîrên li dijî koronavîrsê agahiyan sitend.
Barzanî di rêya wan de sipasiya hêzên asayîşê kir û hem pirsa malbatên wan kir. Di hevdîtinê de hat fêmkirin ku yek ji rêvebirên asayîşê ve 20 siete neçûya mala xwe.
Barzanî got eger tev destekê bidin hev, wê karibin koronavîrusê kontrol bikin û bo civîn û taziyeyan divê tedbir bên sitendin da neyên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin