Encûmena Navendî ya PDKê di bin serokatiya Serok Barzanî de civiya

Encûmena Navendî ya PDKê di bin serokatiya Serok Barzanî de civiya

PeyamaKurd – Encûmena Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî civiya.

Di civîna ku îro bi serpereştiya Serok Barzanî hat lidarxistin de pirsa mûçeyan hat gotûbêjkirin. Piştî civîna saet 10:00ê sibê destpêkir, helwesta PDKê ya derbarê birîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dê were eşkerekirin.

Di civînê de biryara Wezareta Darayî ya Iraqê ya rawestandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê îro Şemiyê li navçeya Pîrmam a Hewlêrê li hev civiyan û li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybet mijara mûçeyan gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya hevbeş a piştî civînê de hat ragihandin, piştî gotûbêj û danûstandina ramanan, hemû alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku biryara Wezareta Darayî ya Iraqê biryareke siyasî ye û li dijî îradeya gelê Kurdistanê û pêkhateya siyasî û yasayî ya Herêma Kurdistanê ye.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.