Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebceyê spasiya Serok Barzanî kir

Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebceyê spasiya Serok Barzanî kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li şandeke Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebceyê kir. Baregeha Barzanî, ragihand ku di civîna doh Şemiyê de, şanda mêvan bi navê xelkê Helebceyê spas û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî hewlên parêzgehbûna Helebceyê kir.

Herwiha spasiya Serokatiya Herêmê, Hikûmeta Herêmê, Parlamentoya Kurdistanê û nûnerên Herêmê yên li Bexdayê kirin ku bi hev re hewleke cidî dan ji bo serxistina vê pêngavê.

Şanda Helebceyê daxwaz kir ku Serok Barzanî di piştgiriya xwe ya ji bo parêzgehê berdewam bike û bi rêya dezgehên Herêmê xizmetguzariyên zêdetir bigihîjin navçeyê.

Serok Barzanî bi germî pêşwazî li şanda mêvan kir û bal kişand ser dîrok û qurbaniyên mezin ên Helebceyê. Serok Barzanî ragihand, parêzgehkirina Helebceyê tenê mijareke manewî ye û ji bo gihandina zêdetir xizmetguzariyan e, lê ev pêngav bi qurbanîdan û mezinahiya Helebceyê re naye berawirdkirin.

Serok Barzanî herwiha da zanîn ku ew "bi şanazî xwe wek endamekî Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebceyê dibîne" û got: "Erkê dezgehên Herêmê ye ku tişta di şiyana wan de be, ji bo xizmetguzariya Helebceyê pêk bînin."

Herwiha Serok Barzanî derbarê rewşa siyasî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî agahiyên pêwîst pêşkêşî şandê kirin.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.