Li Salzburg'da balafirekî biçûk ket û 4 kes mirin

Li Salzburg'da balafirekî biçûk ket û 4 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Awûstûryayê li eyaleta Salzburgê li devera Pinzgauyê balafirekî biçûk ket nav seha daristanê û li ciyê ketina balafirê agir bi der û dorê ket. 4 kesên di balafirê de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Tîmên îtfaiyê agirê ku bi sedema ketina balfirê bi sehayê ket, vemirand. Li gor ragihandina xebera ORFê; rayedarê îtfaiyê Klaus Portenkirchner ragihandiye ku balafir ketiye nav daristanê.

Polîs ragihand ku balafir ji Almanya ji bajarê Munihê rabûye û li Pinzgauyê ketiye û dora sehayê girtine û xebatên wan dewam dikin.

Di balafirê de 4 kes hebûne û yek ji wan jin e.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.