Encûmena Wezîrên Kurdistanê dê bi rojeva mûçe û petrolê bicive

PeyamaKurd – Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro di bin serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de dê civîna xwe ya heftane ya asayî li dar dixe.
Encamên civînên dê di navbera şandeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, bi beşdariya nûnerên şîrketên petrolê, di navbera 29ê Hezîrana 2025an û 1ê Tîrmeha 2025an de, derbarê ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya Şîrketa Kirrûbirra Petrolê ya Iraqê (SOMO) de, dê werin nîqaşkirin.
Geşedanên derbarê mûçeyên Gulan û Hezîranê de, ku bi biryara Wezareta Darayî ya Iraqê nehatine şandin, dê rojeva civînê bin.
Wezîrê Darayî yê Iraqê Tayf Samî roja Çarşemê 28ê Gulana 2025an got ku ew nikare mûçeyên bo Herêma Kurdistanê bi rê bike û ew ji para xwe ya qanûna budçeyê derbas bûye.
Belgeya ku ji hêla Tayf Samî ve hatiye îmzekirin û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatiye şandin weha digot,
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin."Ji sala 2023yan heta Nîsana 2025an, dahata giştî ya petrol û ne-petrolê ya Herêma Kurdistanê gihîştiye 19.9 trîlyon dînar. Lêbelê, tenê 598.5 milyar dînar ji vê mîqdarê radestî Bexdayê hatiye kirin. Ev li dijî Qanûna Budceyê ye û li gorî biryarên Dadgeha Federal nîne."





