HTŞ sewqiyata leşkerî ber bi Rojhilatê Helebê ve zêde dike

Dîroka Weşanê :
HTŞ sewqiyata leşkerî ber bi Rojhilatê Helebê ve zêde dike

PeyamaKurd – Çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam) (HTŞ), îro serê sibê piştî gefên operasyonê, çekên giran û hêzên zêde şandin herêma Dêr Hafirê.

Ev sewqiyata ku ji Lazqiyeyê hatî destpêkirin, nîşan dide ku grûpên çekdar ên li Şamê amadekariya êrîşeke nû li dijî Kurdan dikin.

Yekîneya operasyonên van grûpan, herêma Dêr Hafir û Meskeneyê wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihand û ferman da Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ji rojavayê Firatê vekişin. Tevî ku ev grûp hinceta "ewlehiyê" nîşan didin, çavdêrên herêmî diyar dikin ku HTŞ hewl dide bi darê zorê nexşeya leşkerî biguherîne û destkeftiyên Kurdan ji holê rake.