Îlham Ahmed: Divê têkiliyên me bi dewletên cîran re bas bin
PeyamaKurd – Hevseroka Daîra karên derve ya Rêvebiriya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ahmed li bajarê Hasekiyê di konferansa Yekîtiya Esnafan de axifî û got:
“Pêwiste bi dewletên cîran re têkiliyên me hebin. Li Tirkiyê pêvajoyekî aştiyê heye û ev pêvajo ji bo ewlehiya Sûriyê girînge, ji ber pirsgirêkên gelan hev girêdidin. Çareseriya van pirsgirêkan û bi taybetî çareseriya pirsgirêka Kurd zor girîng e.”
Di konferansa esnafan de nûnerên dezgeyên sîvîl û leşkerî, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, kesên dînî, akademisyen, nivîskar û pîskoposê Cezîre û Firatê yê Ortodoksên Suryanî Mar Moris Emsih hebûn. Di konferansê de Ahmed weha dewam kir:
“Sûriye û bi giştî pêvajoya ku herêm tê de ye hasas e. Di pêvajoya guherîna Rojhilata Navîn de Sûriye weka mifteye. Em hêj li serê pêvajoya avakirina ji nûh de ne. Ji bo guhertina mêjiyê sîsteman her çendîn xebat hene jî, sîstema desthilatan sîstema navendî diparêzin û di ber xwe didin.
Xelk bendeye ku ferqa navbera rêvebiriya Şamê ya niha û ya berê bibîne û dixwaze di siyaseta Şamê de guherînên ji dil çêbibin. Li pêşiya me 4 salên demkî heye. Bi pêkhateyên Sûriyê ve em li benda çine? Navendiya ademî, demokratik û Sûriyekî li ser piraniyê dixwazin. Lê ji bo sîstem weha bimîne, gelek xebatê dikin. Tenê navên di desthilatê de guherîn lê siyaseta wan eyniye.”
Îlham Ahmed di dewama axaftina xwe de got:
“Em di sîstema Navendiya Ademî û piralî de israrê dikin. Di navbera Rêvebiriya Xweser û hukumeta demkî de dialog heye. Carna dewam dike û carna qut dibe. Ji bo wê jî di navbera me de navbeynkarên weka DYA û Fransa hene. Ew civînan dikin, dimeşînin û em jî weka Sûriyeyiyan hevdîtinan dikin.”
İlham Ehmed ragihand ku terefên navdewletî li ser masê nînin û weka Sûriyeyiyan hevdîtin dikin. Peymanekî heye ku HSD tevlî wezareta bergiriyê bibe lê hevdîtina li ser mijarê dewam dike. Di rojên pêşiya me de mijara ku hêzên asayîşê bi wezareta karên navxwe re girêdin, wê bi diyalogan dewam bike.
Entegrasyona HSDê û hêzên asayîşê wê di çarçova navendiya Ademî de be û her dû teref di vê mijarê de bûne hemfikir û dewam kir:
“Ji aliyê rêvebiriyê û destûrê de beyana destûrê ne tenê ji bo Rojava lê ji bo temamê xelkê Sûriyê girîng e. Şiroveyên cuda ji aliyê civakên cuda de tênkirin. Navendiya Ademî, mafên jinan û mafên neteweyan ji bo biguherin israrekî zêde heye.
Li Tirkiyê pêvajoyekî aştiyê heye û ev pevajo ji bo ewlehiya Sûriyê girîng e. Divê mekanîzmayekî pêkvejiyanê ava bibe. Rêvebirî ne tenê ji bo qismek be lê divê ortak be.”
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.