Mesrûr Barzanî: Hewlêr dê bi "Korîdora Jiyanê" bibe navendeke gestiyariyê ya cîhanî
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê kevirê bingehîn ê Projeya Korîdora Jiyanê (Rêya Jiyanê) danî. Serokwezîr di merasîmê de ragihand ku ev proje dê Hewlêrê veguheze yek ji giringtirîn bajarên geştiyariyê yên cîhanê.
Barzanî destnîşan kir ku Korîdora Jiyanê, ku yek ji giringtirîn projeyên paytextê ye, dê bandoreke mezin li ser geşbûn û pêşveçûna Hewlêrê bike. Wî anî ziman ku proje dê li herêmeke ku berê bi berhevkirina av û çopên qirêj dibû sedema xetereyên tenduristiyê, were cîbicîkirin û jiyana nîştecihan radîkal biguherîne.
Serokwezîr ragihand, bi temamkirina Korîdora Jiyanê û projeyên Kembera Kesk, Hewlêr dê serdemeke nû ya pêşketinê dest pê bike.
Mesrûr Barzanî tekez kir ku "şoreşa geşbûnê" hemû parêzgehên Kurdistanê girtiye nav xwe û dê bi berdewamî xizmetên herî çêtir ji welatiyan re bên peyda kirin.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.