Mesrûr Barzanî wê bingeha projeyek nû li Hewlêrê deyne

Mesrûr Barzanî wê bingeha projeyek nû li Hewlêrê deyne

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê bingeha Korîdora Jiyanê ku wekî "Corniche" tê zanîn, deyne.

Serokwezîr Barzanî wê roja Çarşemê, 5ê Mijdara 2025an (îro) li Hewlêrê bingeha Korîdora Jiyanê, ku wekî "Corniche" tê zanîn, deyne.

Korîdora Jiyanê ku ji sê golan pêk tê û Hewlêrê dorpêç dike, ji hêla endezyarên herêmî û şêwirmendên Îtalî ve hatiye sêwirandin.

Ev proje ku wê xuyangê Hewlêrê baştir bike, wê qonaxek nû ji bo Hewlêrê bide destpêkirin.

Rêya projeyê wê 15 heta 25 metre fireh û 5 metre kûr be.

Wekî beşek ji projeyê, ava ji Korîdora wê li du kanalan were dabeşkirin ku ji taxên Şawes û Seberdan dest pê dike û bi şêweyek dorhêl li dora bajêr digere, digihîje rêya sereke ya Kerkukê û dûv re jî rêya Mexmûrê.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.