Nêçîrvan Barzanî ji bo wergirtina Xelata Puskîn Prof. Dr. Mîran pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî ji bo wergirtina Xelata Puskîn Prof. Dr. Mîran pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Profesor Dr. Reşad Mîran kir, ku ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve Xelata Puşkîn wergirtibû.

Di peyama xwe ya pîrozbahiyê de, Nêçîrvan Barzanî got:

"Hewldan û dilsoziya civaknas û etnografê Kurd Prof. Dr. Reşad Mîran ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera Rûsya û Kurdan de, bi taybetî di warên çand, ziman, wêje û dîrokê de, pesindar e."

Barzanî ji Prof. Dr. Mîran re serkeftinên berdewam xwest.

Merasîma Xelatên Dewleta Federasyona Rûsyayê roja Sêşemê li Qesra Kremlinê bi boneya Roja Yekîtiya Neteweyî ya Rûsyayê hate lidarxistin. Di merasîmê de, Madalyaya Puşkîn ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve pêşkêşî Profesor Dr. Reşad Mîran, akademîsyen û rewşenbîrekî navdar ê Kurd hate kirin.

Ev xelat, ku navê xwe ji helbestvanê mezin ê Rûs Alexander Puşkîn digire, ji sala 1999an vir ve ji kesên ku di warên çand, huner û zanistên mirovî de beşdarîyên girîng kirine re tê dayîn.

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.