Girtiyekî Kurd li girtîgeha Sineyê hate bidarvekirin

Girtiyekî Kurd li girtîgeha Sineyê hate bidarvekirin

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku roja Duşemê, 28ê Cotmeha 2025an, cezayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Hemîd Babayî li girtîgeha navendî ya Sineyê Rojhilatê Kurdistanê hatiye cîbicîkirin.

Li gorî rapora Hengawê, Hemîd Babayî xelkê bajarê Sehne yê ser bi Kirmaşanê ye, û ew berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "kuştina bi qest" bi bidarvekirinê hatibû mehkûmkirin.

Çavkaniyeke agehdar ji Hengawê re piştrast kiriye ku Babayî pênc sal berî darvekirina xwe hatibû girtin.

Hengawê diyar kir ku nûçeya bidarvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê raporê di medyayên hikûmetî, nemaze yên nêzî Dezgeha Dadwerî de, nehatiye belavkirin.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.