PeyamaKurd – Îran nikare bi DYA û Îsraîlê vê carê di nava dewleta xwe de bi Kurd, Belûc, Azerî, weka olî bi Bahaiyan û Xîrîstiyanan ketiye û wan digre. Wan dibe ciyên nediyar. Agahî nade malbat û parêzeran û her tim binpêkirinan dike.
Di nava pêla girtinan de vê carê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Saqizê Kurdê bi navê Kiyanûş Adelpûr (35) xist bin çav. Di wexta binçavkirina wî de îstîxbarat dest danî ser alavên taybet yên malbatê jî.
Li gor ragihandina dezga mafên mirovan Hengawê; îstîxbaratê di 26ê Adarê de avêtiye ser mala Kurdê navborî, lêgerînekî tund kirine û dest danîne ser telefona zarok û hevjîna wî jî.
Îstaîxbarata Îranê weka sedem jî cihaza înternetê Starlinkê kiriye bahane. Kes nizane ew birine ku derê û rewşa tenduristiya wî çawaye.