Ji bo girtina Kampa Holê, Iraq konferanseke navneteweyî li New Yorkê dê li dar bixe

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê ragihand ku ew bi awayekî cidî hewl dide ku Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê bigire û di vê çarçoveyê de dê di 26ê Îlonê de li New Yorkê konferanseke navneteweyî li dar bixe.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê, Qasim el-Erecî, Kampa Holê weke "bombeyeke demkî" û gefeke mezin li ser ewlehiyê bi nav kir. Wî da zanîn ku ew bi hevkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Yekîtiya Ewropayê (YE) dixebitin da ku welatên din razî bikin ku welatiyên xwe ji kampê vegerînin.
Konferansa New Yorkê jî dê ji bo lezkirina vê pêvajoyê be. Lê belê, hate zanîn ku rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ku kampê bi rê ve dibe, ji bo konferansê nehatine vexwendin.
Li gorî amarên dawî, li Kampa Holê nêzîkî 27,500 kes dimînin, ku piranîya wan jin û zarokên malbatên DAIŞê ne. Ji vê hejmarê zêdetirî 5,800 kes welatiyên Iraqê ne. Ev kamp piştî operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navneteweyî yên li dijî DAIŞê, li derdora bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatibû avakirin.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




