Ji Mezlûm Ebdî peyama civîna PYD û ENKSê: Di yekrêziya Kurdî de gava yekemîn e

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser civîna bi PYD û ENKSê re peyamek belav kir û got, “Helwest û nêrîna her du aliyan cihê kêfxweșiyê bû.”
Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê wiha got:
"Îro, her du aliyên Kurdî PYD û ENKS ji bo diyarkirina nexşerêyeke hevbeș û yekirina rêza Kurdî di qonaxa heyî de, li hev civiyan.
Helwest û nêrîna her du aliyan cihê kêfxweșiyê bûn.
Ev gava yekemîn bû di rêzehevdîtinên ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî de.
Ji bo pêkanîna Sûriyayeke pirreng û demokratîk, ku mafê hemû pêkhateyan tê de misoger be, em bi îsrar in vê diyalogê biser bixin."
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.




