PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Artukluyê kesên nasnama wan nehat zanîn, li orta kolanê li jina bi navê C.K. ya 30 salî xistin û wê ji serî birîndar kirin.
Piştî tîmên tenduristiyê çûn ciyê lêdanê, jinikê derman kirin û wê birin nexweşxanê.
Rûdan do ber destê êvarê li taxa Yenişehirê li kolana Rawzayê qewimî. Lêdana jiniklê bi demançê bû. Rewşa jinikê baş nîne û dermanklirina wê li nexweşxana lêkolîn û perwerdê dewamn dike.
Polîs ketiye kes an kesên ku li jinê dane da wan tesbît û desteser bikin.