Li Amerîka êrîşa çekdarî: 3 kuştî, 2 birîndar

Li Amerîka êrîşa çekdarî: 3 kuştî, 2 birîndar

PeyamaKurd - Li eyaleta Idaho ya li rojavayê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrîşeke çekdarî û rû da. Li gorî daxuyaniyên ku di medyaya Amerîkî de cih girtine, bûyer piştî nîvro li navçeya Twin Fallsê ku dikeve başûrê eyaletê qewimî.

Kesekî çekdar bi tivingeke nîv-otomatîk kete hundirê restoranekê û gule berdan ser mirovên li wir. Di encama vê êrîşê de herî kêm 3 kesan can da û 2 kesên din jî giran birîndar bûn.

Rayedarên ewlehiyê yên herêmî ragihandin ku kesê êrîşkar piştî ku tivinga xwe berda ser mirovan û bû sedema mirin û birîndarbûna hejmarek welatiyan, bi heman çekê dawî li jiyana xwe jî anî.

Tîmên tenduristiyê birîndar bilez veguhastin nexweşxaneyên herêmê û polîsan li dora restoranê tedbîrên ewlehiyê yên tund girtin. Polîsên eyaletê derbarê nasnameya êrîşkar û sedema pêkhatina vê bûyerê de lêpirsîneke berfireh dane destpêkirin.