PeyamaKurd - Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi taybet jî li bajarên wekî Riha, Mêrdîn, Semsûr, Bedlîs û Amedê di nav erdên çandiniyê û pirêzeyan de li dehan deveran şewat derketin.
Herî dawî îro 25ê Hezîranê li navçeyên Artuklu, Stewrê û Qoserê li 8 cihên cuda agir bi giha û pirêzan ket.
Doh jî li gundên Çilbîra, Milan, Dirbêsiyê, Goliyê, Uzêr û Quldûmanê yên navçeya Qoserê agir bi giha û pirêzan ketibû.
Her wiha li gundê Babilcewzê yê navçeya Artukluyê agir bi erdekî gihayî ket û li navenda navçeya Stewrê jî agir bi baxçeyekî ket.
Hêjayî gotinê ye, li Bakurê Kurdistanê bi hatina havînê û bilindbûna pileyên germê re bûyerên şewatê zêde bûne.