Li Erzeromê qeza: 2 mirî û 64 birîndar

Li Erzeromê qeza: 2 mirî û 64 birîndar

PeyamaKurd- Bajarê Erzeromê bajarekî Kurdistanê ye ku rêya ji welatê Îranê tê, di wir de derbas dibe. Koçberên ku ji Îranê tên an di ser Îranê de derbas dibin, ew jî di Erzeromê de derbas dibin.

Lewra rêyên ku ji rojhilat tên Erzeromê daîma di bin kontrola polîs û cendirmeyan de ne. Kamyoneka ku tije koçber bû, dema ji navçeya Eleşgirta Agiriyê derbasî navçeya Xorasana Erzeromê dibû û tê de ji 100î  zêde koçberên Îranê hebûn, cendirme xwestin kontrola wê bikin. Ajotvanê kamyonê nexwest bisekine û bi kamyonê ve reviya.

Di dema reva ajotvan de kontrola erebê ji destê ajotvan derket û erebe qelibî. Ji koçberan 2 kes jiyana xwe dan û 64 kes jî birîndar bûn. Qeza vê sibê siet li dora 6.30ê sibê çebû.

Birîndar bi ambûlansan hatin birin bo nexweşxaneyên nêz bo tedawiya wan. Tîmên tenduristiyê û AFADê çûn herêmê bo alîkariya koçberan. Dibe ku jimara mirî û birîndaran zêdetir bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin