Li Hewlêrê gule berdan parêzerekî

Li Hewlêrê gule berdan parêzerekî

PeyamaKurd – Îro, çavkaniyekî ewlehiyê ragihand, li bajarê Hewlêrê gule berdane parêzerekî û piştî bûyerê polîs û hêzên ewlehiyê lêkolîn da destpêkirin.

Li gor zanyariyan, şeva borî, li bajarê Hewlêrê gule berdan parêzerê bi navê Geylan Osman, lê ji êrîşê rizgar bûye.

Di vê derbarê de çavkaniyekî ewlehiyê ji saziya ewlehiya bajarê Hewlêrê ji ragihand: “Derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye û dê demeke nêzîk dencamên wê bên ragehandin.”

Her weha got:

“Heta niha ti hûrgiliyek derbarê bûyerê de aşkera nebûye, ji bo diyarkirina cureya bûyerê û destnîşankirina tometbaran pêwîst e lêkolîn bigihîjin encamê.”

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.