Mazlum Ebdî bi peyamekê spasiya Trump kir

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê rakirina cezayên li ser Sûriyê de bi erênî pêşwazî kir û got, "Ev biryar wê bandorên erênî li ser Sûriyê bike."
Mazlûm Ebdî di posteke ku roja Sêşemê 13ê Gulana 2025an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X parve kir de, spasiya Trump kir ji bo biryara wî ya rakirina cezayên li ser Sûriyê.
Ebdî tekez kir ku biryara navborî dê bandorên erênî li ser Sûriyê bike.
Mazlûm Ebdî di peyama xwe de got, "Em hêvî dikin ku ev gav wê piştgiriyê bide îstîqrar û ji nû ve avakirinê. Sûriye her gav hêjayî ya herî baş e."
Serokê Amerîkayê Trump, ku bi serdaneke fermî çû Erebistana Siûdî, got ku ew ê cezayên li ser Sûriyeyê rake.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.