Mesrûr Barzanî dê serdana Amerîkayê bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtinên girîng dê serdana Amerîkayê bike.
Berdevkê Hikûmetê Pêşawa Hewramanî di civîna çapemeniyê ya roja Çarşemê 14ê Gulana 2025an de li ser rojevê daxuyanî da.
Hewremanî behsa têkiliyên Hewlêr-Washingtonê kir û diyar kir ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzani dê di rojên pêş de serdana Amerîkayê bike û Serokwezîr dê rêze hevdîtinên girîng bi rayedarên Amerîkî re bike û piştre hûrgiliyên serdanê eşkere bike.
Mesrûr Barzanî roja Înê 11ê Nîsana 2025an bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re bi rêya telefonê axivî.
Di hevdîtinê de, pêşketinên dawî yên li herêmê hatin nîqaşkirin û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina têkiliyên her du aliyan hat kirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rubio got ku Herêma Kurdistanê bûye herêmeke ewle ku hemû komên olî û etnîkî tê de têne parastin û roleke girîng di dabînkirina aramî û ewlehiyê li herêmê de dilîze.
Mesrûr Barzanî û Marco Rubio li hev kirin ku ji bo parastina berjewendiyên hevpar danûstandin û hevahengiyê bidomînin.
Serdana dawî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê roja Duşemê 26ê Sibata 2024an bû. Di vê serdana xwe de, Serokwezîr bi Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Anthony Blinken re civiya.
Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.




