Şanda Rûsî wê li Stenbolê li benda ya Ukraynî be

Şanda Rûsî wê li Stenbolê li benda ya Ukraynî be

PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Şanda Rûsyayê dê sibe 15ê Gulanê li Stenbolê li hêviya ya Ukraynayê be.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li Moskowê ji rojnamevanan re axivî û li ser mijara hevdîtinên agirbestê yên li Stenbol a Tirkiyeyê daxuyanî dan.

Peskov navên di şandê de cî bigirin got, "Kengî ku serokên dewletan di vê mijarê de fermanê bidin, em ê daxuyaniya ku hewce dike bidin. Niha derbarê mijarê de ti ferman nîne. Daxuyaniya Pûtîn ku 11ê Gulanê belav kir çi be ew e."

Peskov diyar kir ku wê Pûtîn îro li ser mijarên cuda pêwendiyên telefonî pêk bîne.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.