Qatar û şîrketa Boeingê bi 200 milyar dolarî peyman girêdan

Qatar û şîrketa Boeingê bi 200 milyar dolarî peyman girêdan

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Trump di gera xwe ya Rojhilata Navîn de piştî bi Erebistana Sa’ûdiyê re bi 300 milyar dolarî peyamanan girêda ku 142 milyar dolarê wê ya firotina çekaye, derbasî Qatarê bû, li Qatarê, şîrketa Boeingê û Qatarê, bi bihayê 200 milyar dolarî peymana kirîna 160 balafiran îmza kir.

Li payîtexta Qatarê li Dohayê piştî hevdîtina Trump û şêxê Qatarê Temim bin Hamed Al Sani di navbera her dû terefan de, di seha bergiriyê, hewageriyê û sehayên din de peyman hatin îmzakirin. Piştî merasima îmza peymanan Al Sanî got:

“Me li dora 2 seetan bi serok Trump re hevdîtinekî xweş kir. Di hevdîtinê de li ser têkiliyên duqolî û gelek mijaran em axifîn. Piştî îmzakirina peymanan me têkiliyên xwe derxist astekî nû. Bi sedema seredana Trump ya dîrokî ya bo Qatarê sipasiya Trump dikim.”

Serokê DYAyê Trump jî piştî hevdîtina bi Al Sanî re got: “Rûsya, Ûkrayna û li ser gelek mijarên din em axifîn. Em li ser mijara Îranê axifîn ku li wê derê tiştên balkêş diqewimin. Difikirim ku wê encamên baş bide. Gelek fêda we çêbû.”

Peymana navbera Qatar û şîrketa DYAyê ya Boeingê di dîroka Boeingê de peymana herî perê wê zêde ya bi Qatarê re bû ku bihayê 200 milyar dolarî 160 balafirên seferan kirîn. Ev jî bo sektora seferên hewayî veberhênanekî gelek mezine.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.