Trump: “Dibe ez herim Tirkiyê”

PeyamaKurd – Heyetên Rûsya û Ûkrayna wê siba (15.05.2025) li Tirkiyê bicivin. Ji terefê Rûsyayê wê kî tevlî civînê bibe heya niha aşkera nebûye. Serokê DYAyê Trump car din got ku dikare sibê here Tirkiyê bo civîna navbera Rûsya û Ûkraynayê.
Trump daxwuyaniya xwe di balafira xwe di Air Force One da rojnamevanan û got:
“Putin dixwaze ez li Îstenbolê bim û ev mumkin e. Eger ez ne li wê derê bim wê here hevdîtinan an neçe ez nizanim. Em ê tev bi hevre bibînin.
Em ê sibê li Îmaratan bin. Bernama tijeye lê ev nayê vateya bo rizgarkirina jiyanê em ê danegerin.”
Nûnerê taybet yê Trump Steve Witkoff û wezîrê kar û barên derve yê DYA Marco Rubio ragihandin ku wê roja Înê herin Îstenbolê.
Li Dohayê Witkoff bo rojnamevanan got ku ne diyare bê serokê Rûsyayê Putin wê tevî hevdîtinan bibe an nebe.
Serokê Ûkraynayê Zelenskiy ragihand ku bo dawiyê li şer bînin ew amadene lê pêngava ku bavêjin girêdayê ku wê kî ji terefê Rûsyayê tevî hevdîtinan bibe, ye.
Berdevkê Kremlinê Dmitri Peskov got ku wê êvarê kesên di heyeta Rûsya de aşkera bibin. Dema ku Putin ferman bide, wê navan aşkera bikin.
Eger Putin tevî hevdîtinan nebe, wê weka sala 2022an serokatiya heyeta Rûsyayê wezîrê çandê yê Rûsyayê Vladimir Medinski bike.
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.




