Ziyareta Şêx Xalidê Zîlî (Zîlan) wê roja Şemî û Yekşemê bigerînin

Ziyareta Şêx Xalidê Zîlî (Zîlan) wê roja Şemî û Yekşemê bigerînin

PeyamaKurd – Her sal di meha Gulanê de roja Şemî û Yekşemê bi hezaran xelk diçe ser ziyareta Şêx Xalidê Zîlî û kurê wî Şêx Qasim. Ziyaret li Kanîrewaye ku dikeve navbera navça Bişêriyê û bajarê Batmanê.

Li gor ragihandina çapemeniyê; heya niha 2 hezar kon bo ziyaretvanan hatine vegirtin. Ji deverê gelek mirîd û hezkiroxên Şêx Xalid û kurê wî Şêx Qasim diçin ser ziyaretê gundê Kanîrewa.

Her weha ji derveyê Kurdistanê û Tirkiyê û ji derveyê welat jî gelek kes diçin ser ziyaretê. Gora Şêx Xalid û Şêx Qasim tewaf dikin, xwarin duxwun û beytan dibêjin.

Wê îsal daran biçînin seha ku ji aliyê malbata Sînikan (Aydiş) de bexşî wan kirine. Bo her îhtîmalî tîmên tenduristiyê dê amade bin.

Şêx Xalidê Zîlî bi eslê xwe ji terîqeta Nexşebendî ji şaxê Xalidiya ye. Koka şêxîtiya wan diçe ser Mewlana Xalidê Şehrezorî.

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.