Wezîrê Tirk: Ji bo zimanê Kurdî hemû gav hatine avêtin

PeyamaKurd - Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn li ser perwerdeya bi Kurdî bersiva pirsên rojnamevanan da û got, "Ji bo perwerdeya Kurdî hemû gav hatine avêtin”.
Tekîn li ser pirsa derbarê perwerdeya Kurdî de wiha axivî: “Kursên Kurdî hatin vekirin, perwerdehî hate dayîn, dersên bijarte hatin danîn. Mamoste hatin tayînkirin.
Ji aliyê Wezareta Çandê ve berhemên çandî û hunerî yên bi Kurdî hatin weşandin, şano bi Kurdî hate lîstin, muzîk û weşanên televizyonê yên bi Kurdî hatin kirin.
Her cure gavên ku divê bên avêtin, di vê mijarê de hatine avêtin."
Ev nivîs 177 car hatiye xwendin.




