Serkirdeyê Tevgera Mucahîdan li Xezeyê hate kuştin

Serkirdeyê Tevgera Mucahîdan li Xezeyê hate kuştin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li bakurê Xezeyê di encama êrîşeke artêşa Îsraîlê bi ser malekê de, Sekreterê Giştî yê Tevgera Mucahîdan a Filîstînê Esad Ebû Şerîa hatiye kuştin.

Li gorî zanyariyên medyayî artêşa Îsraîlê li Xezeyê êrîşeke biriye ser taxa Es-Sabra û malek kiriye armcanc ku ew mala Ebû Şerîa bûye.

Tevgera Mucahîdan bi daxuyaniyekê piştrast kir ku di encama êrîşê de Ebû Şerîa (Ebû Şêx) û birayê wî yê berpirsê tevgerê Ehmed Ebû Şerîa (Ebû Filîstîn) gelek endamên malbatê jiyana xwe ji dest dane.

Ebû Şerîa heta niha 5 carên din jî rastî hewlên sûîqestê hatibû ku heta niha 150 endamên malbata wî hatine kuştin.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.