Fair Observer | ‘Nedîtina fedakariya Kurdan xiyanet e’

PeyamaKurd- Piştî hilweşîna dîktatorê rejîma Sûriyê Beşar Esed, koma îslamîst a erebî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) kontrola Sûriyê bi dest xist. Hêzên Kurdî yên ku DAIŞ têk birin û niha Rojavayê Kurdistanê birêve dibin, xwe di bin metirsiyê de dibînin.
Di ronahiya dîroka dirêj a zordestiya li ser gelê Kurd û rolên wan ên krîtîk di têkoşîna li dijî tundrewiyê de, civaka navneteweyî divê bi lezgînî tevbigere da ku mafên Kurdan biparêze û siberoja wan li Sûriyê misoger bike.
Kurd li herêmê demokrasiyê pêşkeş dikin
Kurd xwedî roleke bêhempa ne ku li Sûriyê û li herêma berfireh bilîzin. Rêveberiya Xweser a Kurd li Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li herêmeke ku ji aliyê mezhebperestî û dîktatoriyê ve hatiye perçekirin, rêveberiyeke laîk û berfireh pêşkêş dikin.
Herêma Kurdistanê jî îspat dike ku xweseriya Kurd dikare piştgiriyê bide îstîqrar, ewlehî û vejeneke aborî. Herêma Kurdistanê û herêmên Kurdî yên li Sûriyê, li herêmeke ku bi gelemperî bi otorîterîzm û pevçûnan tê nîşankirin, demokrasiyê temsîl dikin.
Rêveberiya xweser a Kurd li Rojava, bi rêya meclîsên herêmî rêveberiya demokratîk a ji jêr ve pêk tîne. Ew giranî dide demokrasiya beşdarbûyî û pêvajoyên biryardana civakî.
Polîtîkayên Kurdan dijberî mezhebperestiya berbelav a li herêmê ne. Ev jî nîşan dide ku Kurd dikarin bi bandor di hawîrdoreke jeopolîtîk a tevlihev de beşdarî îstîqrar û rêveberiyê bibin.
Hêzên Pêşmerge potansiyela xwe nîşan dane
Li Iraqê, hêzên Pêşmerge di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de pêşeng bûn û potansiyela xwe ne tenê ji bo parastina axa Kurdan, lê di heman demê de ji bo beşdarbûna di ewlehiya herêmî ya berfireh de jî nîşan dan.
Hêzên Kurd girtîgehan jî birêve dibin ku tê de bi hezaran çekdarên DAIŞ'î yên girtî hene. Şerê nû dikare van çekdaran azad bike. Ev dikare encamên felaketî ji bo Sûriyê û derveyî wê derxe holê.
Sûriya nû û pêşeroja kurdan…
Divê cîhan zordestiya xanedana Esed a li ser Kurdan ji bîr neke. Hafiz Esed hemwelatiya 120.000 Kurdan ji destê wan girt û ew bê nasname hiştin. Beşar Esed ev zordestî bi tundî û zextê domand.
Kurd, piştî dehsalan di bin zor û zehmetiyên mezin de derbasbûn, ne tenê nasname, lê di heman demê de parastineke mayînde jî bi dest xistin. Di siberoja nû ya Sûriyê de divê neheqiyên borî dubare nebin.
Bi nifşan, Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiye, gelê Kurd bi rêya zexta siyasî, koçberiya bi darê zorê û şîdeta leşkerî zordestî li wan kirin. Kurd rûbirûyî komkujiyan, bêhemwelatîkirinê û kampanyayên ji bo tunekirina çanda wan bûn. Tevî van êrîşan, civakên Kurdî berxwedaneke awarte nîşan dan, avahiyên rêveberiyê ava kirin, nasnameya xwe parastin û di bin metirsiya berdewam de mafên xwe parastin.
Xweseriya Kurdan rûbirûyî metirsiyên nû ye
Bi destxistina kontrola piraniya Sûriyê ji aliyê HTŞ'ê ve, xweseriya Kurdan rûbirûyî metirsiyên nû ye. Serokê HTŞ'ê Muhammed Colanî soz da demokrasi û wekheviyê, lê koma wî federalîzmê red dike û li ser desthilatdariya navendî israr dike, modelek ku dê destkeftiyên siyasî yên Kurdan ji holê rake.
Operasyonên leşkerî yên berdewam ên Tirkiyê li dijî hêzên Kurdî li Sûriyê, metirsiya herêmî bi awayekî girîng kûrtir dike, pevçûnê zêde dike û îstîqrarê xera dike.
Êrîşên asmanî yên berfireh ên Îsraîlê yên li dijî komên wekîl ên Îranê, rewşa jixwe ne aram zêde dikin, alozî zêde dikin û bi firîna li ser Sûriye û Iraqê re, li herêmê hawîrdoreke operasyonê çêdikin.
HTŞ, nikare berxwedana alîgirên Esed û eniyeke din a pevçûnê ya ku rûbirûyî hilweşîna aborî ya navxweyî ye, bide ber çavan. Lê bi redkirina mafên Kurdan, ew rîskê digire ku hêzên Kurd dîsa bikişîne nava berxwedaneke eşkere û şîdeta berfirehtir dîsa geş bike.
Dinya dikare çi bike?
Eger ew kesên ku hem karîbûn tundrewiyê têk bibin û hem jî bi dadmendî rêve bibin, ji şekildana siberoja Sûriyê werin dûrxistin, wê demê her çareseriyeke siyasî dê ji ber sêwirana xwe ne îstîqrar be. Kurdan herduyan jî kirine.
Ger zextên berê, alternatîfên demokratîk ên îsbatkirî û metirsiyên heyî neyên çareserkirin, dîrok dê xwe dubare bike. Her sedem ku Kurd heta niha tê de sax mane û beşdar bûne, niha sedem e ku ew bên tevlîkirin.
Hêzên cîhanî, di nav de Neteweyên Yekbûyî, DYE û Brîtanya, divê israr bikin ku her çareseriyeke siyasî li Sûriyê divê parastinên xurt ji bo xweseriya Kurdan tê de hebe.
Gelek welatan soz dane bi mîlyonan dolar ji HTŞ'ê re fonekê bidin, divê şert were danîn ku Sûriye nayê avakirin eger ew kesên ku karîbûn bi dadmendî û bi bandor rêve bibin, ji xwe dûr bixe û êrîşî wan bike.
Pêşeroja Kurdan divê bê dîtin…
Kurd bêyî nasnameyeke yekgirtî têdikoşin, ji ber cudahiyên erdnîgarî ji hev dûr in, ji ber vê yekê tişta herî kêm ku ev hikûmet dikarin cihekî li ser maseyê ji wan re peyda bikin.
Ji ber ku nedîtina Kurdan, xiyaneteke li fedakariyên berê û felaketeke ji bo siberoja Sûriyê.
Tara Yarwais | Fair Observer
Ev nivîs 151 car hatiye xwendin.




