Hamasê piştî gefên Îsraîlê yên ji bo Madleenê daxuyaniyek da!

Hamasê piştî gefên Îsraîlê yên ji bo Madleenê daxuyaniyek da!

PeyamaKurd - Hamasê diyar kir ku Îsraîl berpirsiyarê ewlehiya çalakvanên li ser keştiya Madleen a girêdayî Hevpeymaniya Flotîla Azadiyê (FFF) ye ku ji bo anîna alîkariyê bo Xezzeyê ber bi Xezzeyê ve çûye.

Endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Basim Naim piştî ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wî gef li Flotîla Azadiyê xwariye û ferman daye artêşa Îsraîlê ku "çi pêwîst be bike" da ku keştiya Madleenê negihîje peravên Xezzeyê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Naim diyar kir ku ew "rêberên Îsraîlî ji jiyana çalakvanên hevgirtinê yên ku canê xwe ji bo mirovahiyê dixin xetereyê da ku dorpêça hovane ya li Xezzeyê bişkînin, berpirsiyar dibînin."

Naim destnîşan kir ku gefên Îsraîlê, çi bi rêya deryayê wekî Madleenê be, çi jî bi rêya bejahî ji bo rakirina dorpêça li ser Xezzeyê ji çend welatan derbas bibe, nikarin îradeya mirovên azad ên li cîhanê ji bo gihîştina armancên xwe bişkînin, û tekez kir ku "îradeya nefret, mirin û wêrankirinê nikare li ser îradeya jiyanê serdest be."

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.