Rejîma Îranê li zindana Qizilhesara Kerecê girtiyekî Kurd bi dar ve kir

Rejîma Îranê li zindana Qizilhesara Kerecê girtiyekî Kurd bi dar ve kir

PeyamaKurd – Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Mêhran Nesrî Zer, girtiyê Kurd (30) ji bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, îro di sibeha Duşemî, 12ê Gulana 2025an de, bi awayekî nihênî li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate bidarvekirin. 

Çavkaniyeke agahdar ragihandiye ku Mêhran Nesrî Zer 3 sal berê bi tohmeta “kuştina bi qest” hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatibû. 

Hengawê diyar kir ku ew di pêvajoya dadgehkirin û girtina xwe de ji mafê hevdîtina dawî bi malbata xwe re bêpar hat hiştin.

Her weha, ji aliyê saziyên rejîmê û medyaya wê ya fermî ve, tu daxuyanî nehatiye belavkirin.

 

 

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.