Li Herêma Kurdistanê brûskê li leşkerekî Tirkiyê xist û cesedê wî birin Mûşê

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, di encama lêdana brûskê de, leşkerekî Tirkiyê can da. Cesedê leşkerê Tirkiyê yê bi navê Piyade Uzman Çavuş Mesut Karadağ birin memleketê wî bajarê Mûşê.
Cenazê Karadağ di rêya bejayiyê de birin Mûşê nexweşxana dewletê û li wê derê jê re merasimekî çêkirin. Cenaze birin morgê û wê sibê li gundê wî Alîrûzûmê (Tandoğan)ê defin bikin.
Di merasimê de malbata wî, parêzgerê Mûşê Avni Çakır, berpirsên leşkerî û îdarî hebûn. Çakır sersaxiyê da malbatê.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




