Erdogan bo çekdanîna PKKê: Em ê berpirsiyariya xwe pêk bînin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di gotara koma partiya xwe AK Partiyê ya parlamentoyê de, derbarê mijara fesihbûna PKKê û çekdanînê de peyman dan.
Erdogan, “Gelekî girîng e ku şaxên rêxistinê yên Sûriye û Ewropayê jî van rastiyan bibînin û beşdarî pêvajoya fesih û çekdanînê bibin. Em dixwazin navê Tirkiyeyê ne bi terorê lê bi teknolojî, çand, huner û bilindbûna standardên pêşveçûna demokratîk û mirovî bê bibîranîn.”
Erdogan diyar kir ku piştî vê biryara PKKê Tirkiye derbasî qonaxeke nû bûye û wiha pê de çû: “Dema ku rêxistin sozê xwe bigire, karê mayî karê siyasetê ye. Saziya Îstixbarata Neteweyî dê bi awayekî berfireh şopandina bicihkirina sozên hatine dayîn bike. Serdemeke nû li benda me ye. Me ji niha ve dest bi xebatên pêwîst kiriye. Em ê berpirsiyariya xwe pêk bînin. Înşelah ev derfeta dîrokî bi hesabên biçûk an jî dek û dolabên navneteweyî berhewa nebe û di nav rewşeke dilsoz de bi pêş bikeve.”
Erdogan got: “Ez spasiya birêz Bahçelî dikim ku em kedên wî baş dizanin. Bi taybetî ez spasiya Hevserokên DEM Partiyê û her kesê ku di pêvajoyê de xwedî roleke mezin bûn û rehmetî Sirri Sureyya Onder û her kesê ku bi berpirsiyarî tevdigeriyan, li ser navê miletê xwe dikim. Herwiha ez ji ber nêzîkbûna wan a baş spasiya birêz Ozel û rêveberên din ên partiyê dikim.”
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




