Artêşa Îsraîlê ji gelê Yemenê xwest ku ji 3 benderan dûr bisekine

Artêşa Îsraîlê ji gelê Yemenê xwest ku ji 3 benderan dûr bisekine

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê bang li welatiyên Yemenî kir ku ji 3 bendergehên dûr bidekine ku di bin kontrola Hûsiyan de ne.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Hûsiyan îro mûşekek ber bi Îsraîlê ve avêtin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser platforma medyaya civakî ya X nivîsand:

“Ji ber bikaranîna benderan ji aliyê terorîstên Hûsî ve, em ji her kesê li van benderan dixwazin ku ji bo ewlehiya xwe derkevin û dûr bisekinin.”

Bendergehên ku artêşa Îsraîlê dixwaze werin valakirin Bendergeha Ras Îsa, Bendergeha Hudeydeyê û Bendergeha Selîf in.

Daxuyaniya Avichay Adraee piştî wê yekê hat ku artêşa Îsraîlê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku wan mûşekek ku Hûsiyan ber bi Îsraîlê ve şandibû, xistiye xwarê.

Artêşa Îsraîlê negot ku mûşek ji aliyê wan ve li ku hatiye xistin.

Ev duyemîn mûşeka Hûsiyan e ku di 24 saetên dawî de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve tê xistin.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.