Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê biderengxistina nûçeyan rexne kir

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê biderengxistina nûçeyan rexne kir

PeyamaKurd – Pêşawa Hewramanî, berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand ku Hikûmeta Federal a Iraqê mûçeyên mûçexuran bê sedem bi dereng xistiye, tevî ku lîsteyên mûçeyan 20 roj berê hatiye şandin jî.

Wî miameleya Bexdayê wek binpêkirina destûrî rexne kir, ji ber ku Herêma Kurdistanê di budceyên 2023-2025an de bêpar hiştiye û daxwaza 700 bijîşkan red kiriye.

Hewramanî her weha projeya “Ronakî” eşkere kir, ku dê 80% welatiyan kêmtir pere ji bo elektrîkê bidin.

Proje heta dawiya 2025an li parêzgehan temam dibe û hikûmet dê di sê mehên ewil de alîkariyê bide. Wî proje wek destkeftiya kabîneya Mesrûr Barzanî bi nav kir.

Her weha, Barzanî dê zû serdana Amerîkayê bike. Hewramanî got, Dadgeha Federal dayîna mûçeyan bê asteng ferz kiriye, lê derengxistin berdewam e.

 

 

 

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.