Kabîneya Hikûmeta Kurdistanê ‘Projeya Ronakî’yê pejirand

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 14ê Gulana 2025an bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
Di civînê Projeya Ronakîyê ya elektrîka 24 demjimêrî bo tevaya Herêma Kurdistanê hate pejirandin.
Daxuyaniya piştî civîna Encûmena Wezîran wiha ye:
Para yekê ya civînê nîqaşkirin bû li ser reşnivîsa biryara Encumena Wezîran li ser (Projeya Ronakiyê) ji bo dabînkirin û misogerkirina xizmeta elektirîkê ya bîst û çar seetî ji bo hevkarên torên elektrîkê yên niştîmanî bi awayekî berfireh û berdewam û kêmkirinaxerciya bikaranîn û rêgirtina li pûçkirinê û hevsengiya parvekirin û parastina jîngehê û tendirustiya giştî û bicihanîna vê pirojeyê ji aliyê kertê giştî û Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve.
Ji bo vê para karnameya wê civînê, tevî Wezîrê Elektrîkê, her du Rêvebirên Giştî yên Dîwanê û Belavkirina Elektrîkê hatin vexwendin da ku hûrguliyên projeyê pêşkêş bikin û bersiva pirs û şîroveyan bidin.
Li destpêkê Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da girîngiya vê projeyê û amaje da ku ev proje bendeke pejirandî ya Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve li Tîrmeha 2019ê hatiye pejirandin û li ser bingeha wê bernameyê bawerî bi wê kabîneyê hat hat dan.
Mesrûr Barzanî ev proje wekî yek ji destkeftiyên girîng ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê binav kir, ku bi salan e daxwaza welatiyên Herêma Kurdistanê ye û mafekî rewa û bingehîn ê welatiyan jî bû, ku bibe erkê pêşiyê yê vê kabîneyê ji bo rêkxistin û çaksaziyeke cidî di elektirîkê de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku dabînkirina elektrîka 24 seetî projeyeke niştîmanî ye, ku ji hêla Wezareta Elektrîkê ve tê xwedîkirin û ji hêla hêza kar a kertê giştî ve tê bicîhanîn û gelek feydeyên wê ji hêla jîngeh û tenduristiyê ve hene. Herwesa xerciya wê jî ji bo piraniya xelkî ji ya ku welatî ji bo jenerator û elektrîka niştîmanî bi hev re didin kêmtir e.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li welatiyan jî kir ku, elektrîkê bi berpirsiyarî û li gorî pêdiviyên xwe bikar bînin û îsraf nekin, ji ber ku pîverê xerckirina elektrîkê êdî dê di bin kontrola welatiyan de be û li gorî xerckirinê dê pereyî bidin. Ev jî li dawiyê dê ji bo kêmkirina xerciyên elektrîkê û bikaranîna dahata destkeftî ji piştgiriya bêtir a hevparên tora elektrîkê ya niştîmanî û biserxistina vê projeyê û berfirehkirina wê, ku biryar e heta dawiya sala 2026ê hemî hevparên Herêma Kurdistanê dê ji xizmeta elektrîkê ya 24 seetî feydeyî werbigirin.
Paşê Wezîrê Elektrîkê Kemal Mihemed Salih raporteke berfireh û bi data û zanyarên berfireh pêşkêş kir û behsa hûrguliyên wê pirojeyê û feydeyên wê ji bo welatiyan kir, herwesa bal kişand ser wan çaksaziyan ên ku di qonaxa ceribandinê ya projeyê de hatine kirin, ji bo kêmkirina xerciya kirîna elektrîkê ji hêla welatiyan ve û pêşkêşkirina piştgiriya darayî ji bo hêsankirinê pêxemetî xweguncandina welatiyan bi wê projeyê re.
Piştre reşnivîsa biryara Encumena Wezîran li ser projeya elektrîkê ya 24 seetî (Pirojeya Ronakiyê) û hûrguliyên wê ji bo nîqaş û biryardayînê pêşkêşî Encumena Wezîran hatin kirin.
Piştî nîqaşan û lihevguhertina dîtin û nerînan û bersivdana pirsên endamên Encumena Wezîran, Encûmenê bi yekdengî ew proje pejirand û Wezareta Elektrîkê erkdar kir ku rênimayên pêdivî derxe da ku bicîhanîna wê biryarê bi hêsanî bê bicihanîn, ku her li gorî wê biryarê, ji bo şopandin û nirxandina pêşveçûnên wê projeyê û biserxistina wê bi arasteya xizmetkirina welatiyan û liberçavwergirtina rewşa wan û xasma jî ya hejaran, komîteyek bilind ji li Serokatiya Encumena Wezîran bi çavdêriya Serokwezîr û tevlîbûna Cîgirê Serokwezîr û wezîrên peywendîdar hat pêkanîn.
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




