Mesrûr Barzanî bi Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokratên Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 14ê Gulanê bi sekreterî û berpirsên şax û navendên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê re civiya.
Hate ragihandin ku di destpêka wê civînê de, Endamê Mekteba Siyasî û Serokê Pişka Rêxistinên Cemawerî û Pîşeyî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Rêbwar Yelda agahdariyek li ser amadekariyên lidarxistina kongreya hevgirtina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê pêşkêş kir ku biryar e sibe 15ê Gulanê bi amadebûn û çavdêriya Serok Barzanî bê lidarxistin.
Di civînê de, Sekreterên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawan Nêçîrvan Hisên û Meyser Nihêlî li ser kar, çalakî û têkoşîna rêxistinî û girîngiya hevgirtina her du rêxistinan axivîn.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKK) Mesrûr Barzanî, bal kişand ser girîngiya rol û têkoşîna pirî serwerî ya wan her du rêxistinan, ku niha bi hevgirtina xwe ber bi qonaxeke nû û dîrokî ve diçin.
Cîgirê Serokê PDKê, destxweşî li Mekteba Sekreteriyê û berpirsên şax û navendan û kadroyên herdu rêxistinan kir, ji bo erk û westiyan û xebat û karkirina wan ji bo xizmetkirina texa xwendekar û ciwanên Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî herwiha ew erkdar kirin ku bi awayekî bibandortir û çalaktir erkê xwe yê neteweyî bidomînin, ji bo zêdetir pêşxistina şiyanên xwe di hemî waran de û pêşxistina hizira neteweyî û dakokiya ji qewareya destûrî û destkeftiyên neteweyî.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




