Mesrûr Barzanî Serdana Balyozxaneya Nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê kir

Mesrûr Barzanî Serdana Balyozxaneya Nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê kir

PeyamaKurd – Îro Sêşemê, 14.05.2025, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê serdana balyozxaneya nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê kir. 

Barzanî ji aliyê Steven Bitner, Konsulê Giştî yê Amerîkayê ve, bi germî hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Konsul Bitner beşa avahiya nû ya balyozxaneyê gerandin, ku tê payîn di demeke nêzîk de bi awayekî fermî were vekirin. 

Ev serdan nîşana xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye.

 

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.