Trump: Dibe ku ez bêm Stembolê

Trump: Dibe ku ez bêm Stembolê

PeyamaKurd – Li gorî ajansên navneteweyî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dibe ku roja Pêncşemê were Tirkiyeyê.

Trump di daxuyaniya xwe de got, “Dibe ku ez biçim Tirkiyeyê. Pûtin dixwaze ez jî beşdarî lûtkeyê bibim.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê got ku ew nizane gelo Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê beşdarî civîna li ser şerê Ûkraynayê ya ku biryar e roja Pêncşemê li Tirkiyeyê were lidarxistin bibe yan na.

Trump di balafireke Air Force Oneê de, dema ber bi Qeterê ve diçû, ji rojnamevanan re got, “Ew dixwaze ez li wir bim, û ev îhtîmalek e. Ger ez ne li wir bim, ez bawer nakim ku ew ê li wir be. Em ê bibînin.”

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî pêşniyara Pûtîn qebûl kir. Zelenskî, ku got ew ê roja Pêncşemê li Tirkiyeyê li benda Pûtin be, got, “Ûkrayna li bendê ye ku agirbestek tevahî roja Duşemê dest pê bike da ku bingeha pêwîst ji bo dîplomasiyê peyda bike. Ez hêvî dikim ku vê carê Rûs li hincetek negerin da ku bibêjin 'em nikarin bikin'.”

Kremlînê di daxuyaniya xwe ya yekem a li ser vê mijarê de got ku şandeya Rûsî ji bo hevdîtinên li Stembolê amadekariyan dike. Li gorî daxuyaniyê, kî dê nûnertiya Rûsyayê di hevdîtinên li Tirkiyeyê de bike dê dema ku Pûtîn guncaw bibîne were ragihandin.

Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov got ku hevdîtinên rasterast di navbera Rûsya û Ûkraynayê de hîn jî mimkin in li Stembolê di dawiya vê hefteyê de û Moskow amadekariyan ji bo hevdîtinên weha dike, eger ew werin lidarxistin.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.