Macron amadebûna Fransa ya nîqaşa li Ewropayê bicihkirina balafirên atomhilgir ragihand

Macron amadebûna Fransa ya nîqaşa li Ewropayê bicihkirina balafirên atomhilgir ragihand

PeyamaKurd - Serokê Fransayê Emmanuel Macron destnîşan kir ku welatê wî "amade ye ku li ser li Ewropayê bicihkirina balafirên fransî yên bi bombeyên atomî dagirtî danûstandinan bike.

Macron di hevpeyvîneke ligel kanala televîzyonê ya fransî TF1 got: "Ez ê di hefte û mehên pêş de vê mijarê bi awayekî pir fermî destnîşan bikim."

Weke tê zanîn Fransayê ji bo pêşniyarên derbarê astengkirina nukleerî de sê şert danîbûn û ew şert ev in: "Fransa wê bedela ewlehiya yên din nede", "ev bicihkirina gengaz wê li ser hesabê pêdiviyên Fransayê nebe" û "biryara dawî her gav a serok û fermandarê giştî yê hêzên çekdar e."

Macron tekez kir ku ev nîqaş wê doktrîna Fransayê ya li ser bikaranîna çekên navokî neguherînin. "Ji derketina holê ya doktrîna nukleerî ve, ji General (Charles) de Gaulle ve, her tim di peydakirina berjewendiyên qaşo girîng de aliyek Ewropî hebû. Em vê yekê bi berfirehî rave nakin ji ber ku nezelalî beşek ji astengkirinê ye," 

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.