Trump bi Colanî re hevdîtin pêk anî

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya geşta xwe ya Rojhelata Navîn de, beriya biçe Qeterê ku duyemîn rawestgeha geşta wî bû, bi Serokê Sûriyeyê Ehmed El Şeraa re civiyaye.
AFPê, wek jêder rayedarekî Amerîkî da û angaşt ku Trump û Şera hevdîtinek pêk anîne. Rojnameya Washington Post (WP) jî ragihand ku Trump li Riyadê bi Şera re civiya.
WP berê li ser vê mijarê ragihandibû ku Trump û Şera wê îro bi awayekî rû bi rû hevdîtinekê bikin.
Serokê Amerîkayê Trump, ku bi serdaneke fermî li Erebistana Siûdî ye, duh ragihand ku ew ê guvaşên li ser Sûriyeyê rakin.
Biryara Trump li Sûriyeyê bi kêfxweşî û pîrozbahiyê hat pêşwazîkirin.
Piştî vê biryarê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî diyar kir ku ew daxuyaniya Trump a rakirina guvaşên li ser welatê wî bi kêfxweşî pêşwazî dikin û vê pêşketinê wekî "xalek werçerxê ya dîrokî ji bo gelê Sûriyeyê" bi nav kir.
Şeybanî got, "Ev rewş ji bo gelê Sûriyeyê, ku piştî salên şerê wêranker amadekariyên xwe dikin ku bikevin pêvajoyek aramiyê, xweseriyê û ji nû ve avakirina rastîn, pêşveçûnek hêvîdar û xalek dîrokî ye. Gelê Sûriyeyê, ku bi salan e bedelên giran ên mirovî û aborî daye, dê bi gavên wiha gavek din nêzîkî pêşeroja ku heq dike bibin."
Şeybanî her wiha got ku daxuyaniyên Trump wê nêzîkatiya civaka navneteweyî ya li hember herêmê bi awayekî erênî biguherînin.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.




