Medyaya Îsraîlê: Birayê Yehya Sinwar hat kuştin

PeyamaKurd – Tê gotin ku di êrîşên li ser Xezeyê de, serokê Hemasê Mihemed Sînwar bûye hedef.
Di êrîşên duh ên li ser Nexweşxaneya Xezeyê û li derdora Xan Yûnisê de, 34 Filistînî hatin kuştin û herî kêm 40 kes birîndar bûn.
Rojnameya Walla Newsê ya Îsraîlê, ku ji zarê rayedarên artêşê ve hatiye belavkirin, ragihand ku êrîş hewldaneke kuştinê li dijî Mihemed Sînwar, birayê serokê berê yê Hemasê Yahya Sînwar bû.
Hate diyarkirin ku encamên êrîşê hîn nayên zanîn.
Her çend Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) navê Sinwar bi kar neanî jî, ragihand ku fermandarên Hemasê di operasyonê de hatine hedefgirtin. Heta niha tu agahî nehatiye parvekirin ka Sinwar hatiye kuştin an na.
IDFê ragihand ku çend demjimêr piştî êrîşa li ser Xan Yûnis, sê roket ji bakurê Xezeyê ber bi deverên Aşkelon û Sderot ên li başûrê Îsraîlê ve hatine avêtin. Artêşê got ku du roket li erdê neketine û ya sêyem jî li deverekê ketiye xwarê. Êrîş ji aliyê rêxistina Cîhada Îslamî ya Filistînê ve hat kirin ku piştgiriyê dide Hemasê.
Karbidestên ewlehiyê, ku bi şertê navê wan neyên eşkerekirin ji rojnameya Times of Israelê re axivîn, îdia kirin ku di bin nexweşxaneyê de tunelek heye û Sinwar li wir xwe veşartiye.
Ji aliyê din ve, Hemasê îdiayên rayedarên Îsraîlê yên derbarê Sinwar de red kirin û diyar kir ku divê tenê bi daxuyaniyên rêxistinê bawerî bê kirin.
Nûçeya operasyona li Sinwar piştî serbestberdana welatiyê Amerîkî-Îsraîlî û leşkerê dîlgirtî Idan Alexander di encama danûstandinên rasterast ên di navbera Hemas û Amerîkayê de hat.
Sinwar yek ji kesayetiyên sereke ye ku dê li ser rêkeftineke agirbestê ya mihtemel bi Hemasê re biryar bide. Destpêkirina êrîşeke weha ya ji aliyê artêşa Îsraîlê ve di demekê de bal kişand ku danûstandinên agirbestê li paytexta Qeterê, Dohayê didomin.
Îsraîlê di Tîrmeha sala borî de Îsmaîl Heniye li Tehranê kuşt. Yehya Sinwar, ku piştî Heniye bû serokê rêxistinê, sê meh şûnda di Cotmehê de li Xezeyê jî hat kuştin.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




