Hûsî: Me bi Mûşekên Hîpersonîk li Balafirgeha Ben Gurion a Îsraîlê da

Hûsî: Me bi Mûşekên Hîpersonîk li Balafirgeha Ben Gurion a Îsraîlê da

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan ragihand ku wan bi mûşekeke hîpersonîk Balafirgeha Ben Gurion a li Tel Avîvê ya paytexta Îsraîlê kiriye hedef.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniyekê de li ser platforma medyaya civakî ya Telegramê derbarê mijarê de agahî da.

Serî bi bîr xist ku yekîneyên mûşekan ên bi ser hêzên çekdar ên Hûsiyan bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk li dijî Balafirgeha Ben Gurion “operasyoneke leşkerî” ya taybet pêk aniye û diyar kir ku mûşek bi serkeftî li hedefa xwe ketiye.

Serî ragihand ku mûşek bû sedema ku bi mîlyon Îsraîlî xwe li stargehên bombeyan bigirin û çalakiyên balafirgehê ji bo nêzîkî saetekê rawestiyane.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku mûşekek ji Yemenê ve hatiye avêtin hatiye, lê hatiye têkbirin.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.