Berya civîna Rûsya-Ûkraynayê Yekîtiya Ewrûpayê paketekî givaşê danî ser Rûsyayê

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê yê Tirkiyê sibê wê di navbera heyetên Rûsya-Ûkrayna de li ser pevajoya aşiyê civîn bêlidarxistin. Berya civînê welatên endamên YEyê bi paketa xwe ya 17em derbeyekî dinê li Rûsyayê xistin.
Di paketa 17em ya YEyê de, filoya ku Rûsya bo sewqiyata petrolê bikartîne heye û YEyê givaşan danî ser Rûsyayê û 189 keştiyên ku sewqiyata enerjiyê dikin jî, xist nav lîsta reş.
YE ê, biryarê di ‘civîna nûnerên daîmî’ (COREPER) yên balyozên welatên endamên YEyê de sitend û lihev kirin. Paketa 17em ji meha Sibatê de amadekariya wê têkirin û bendene ku di 20ê Gulanê de ji aliyê wezîrên karên derve yên endamên welatên YEyê de bê erêkirin.
Di nava filoya sewqiyata petrolê ya Rûsyayê de, welatên sêyem jî di nav de 30 şîrket û girêdayê sanayiya bergiriya Rûsyayê 75 kes û dezge hene.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




