Ocalan biryarên Kongreya 12mîn slav kir

Ocalan biryarên Kongreya 12mîn slav kir

PeyamaKurd - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryarên ku di kongreya 12mîn a PKKê de hatine girtin û peyamên ji bo serdema siberojê de bi rêzdarî silav kir.

Abdullah Ocalan têkildarî Kongreya 12mîn a PKKê û ragihandina wefata rayedarên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun peyamek şand.

Di merasîma sersaxiyê ya ji bo Kaytan û Altun de peyama Ocalan ji aliyê endamê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin. 

Di merasîmâ de Faîk Erol got: "Birêz Abdullah Ocalan diyar kir ku wî bi xemgîniyek mezin xebera mirina Alî Haydar Kaytan û Riza Altun bihîstiye. 

Erol di axaftina xwe de diyar kir ku Ocalan vê peyamê daye:

"Ji bo niha, ez dixwazim bi şertê ku ez ê paşê ji bo hevalên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn nirxandinên berfireh bikim, bi rêzdarî û wan bi bîr tînim. Cihê wan di têkoşîna me ya ji bo hebûna neteweyî û komînalîteya demokratîk de mayînde ye. Ew ê her û her wekî nirxên îlhambexş ên bingehîn ên paradîgma û sazûmankirina serdema nû rolên xwe bilîzin. Ew ê wekî rêberên daîmî di têkoşîna me de bijîn û bidomînin.”

Faîk Erol di merasîmê de her wiha da zanîn ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan di derbarê biryarên Kongreya 12mîn a PKKê de jî peyaman daye û got:

"Birêz Abdullah Ocalan ji bo biryarên ku di kongreya 12mîn de hatine girtin û peyamên ji bo serdema pêş de silavên xwe yên bi rêzdarî anî ziman."

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.