Iraq piştgiriya biryara PKKê dike

Iraq piştgiriya biryara PKKê dike

PeyamaKurd - Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd biryara PKKê ya bidawîanîna çalakiyên çekdarî û xwe hilweşandinê pêşwazî kir.

Di daxuyaniyek nivîskî de ku ji hêla Serokkomariyê ve hatî weşandin, Reşîd vê gavê wekî "pêşkeftinek erênî ji bo ewlehî û aramiya herêmî" nirxand.

Letîf Reşîd destnîşan kir ku wan di kongreya dawî ya PKKê de piştgirî da biryara dawîanîna şerê çekdarî û tercîhkirina rêyên aştiyane û demokratîk û got, "Ev biryar destpêkek girîng e ku dikare zemînê ji bo aştiyek mayînde û berfireh amade bike ber bi dawîanîna şer, êş û trajediyên ku bi dehan salan e didomin."

Reşîd tekez kir ku diyalog û têgihîştin ji bo çareserkirina pirsgirêkan bingehîn in û bang li hemû aliyan kir û got, "Divê têkilî li ser bingeha nirxên demokratîk, rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevpar werin avakirin."

Reşîd di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku divê hemû alî bi hevkariyê tevbigerin da ku hêviyên gelên herêmê yên ji bo ewlehî, aramî û serfiraziyê pêk bînin.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.