Li Kobanê stasyona avê ya hatibû bombekirin, dema tamîrkirinê dîsa rastî êrîşê hat

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 13ê Gulanê li gundê Şiyûxa Jorîn, dema tîma tamîrkirin û sererastkirinê stasyon tamîr dikir bi çekan rastî êrîşekê hat.
Li gorî çavkaniyên medya Rojavayê Kurdistanê, Stasyona Avê ya avê digihîne 200 hezar xelkê Kobaniyê, 2yê Sibatê bi balafirên Tirkiyê ve hatibû bombekirin û ji kar ketibû, lê îro dema tîma tamîrkirinê li ser bû cardin hate armanckirin.
Hate diyarkirin ku tîma tamîrê dixwest stasyona avê ji nû ve bixe xizmetê, lê rastî êrîşa çekdarên girêdayî Tirkiyê hatiye. Derbarê bûyerê de agahiyên zêdetir nehatine belavkirin.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.




