Ahmet Turk: Armanc demokratîkbûna Tirkiyê ye, bazarî tune ye

PeyamaKurd – Şaredarê bajarê Mêrdînê yê qeyûm li şûna wî hatiye danîn û parlamenterê berê yê HDPê Ahmet Turk derbarê biryara PKKê ya xwefesihkirin û bidawîkirina şerê çekdarî de daxuyanî da.
Ahmet Turk 13ê Gulana 2025an beşdarî civîna heftane ya DEM Partiyê bû û li ser mijarê diyar kir ku divê li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek bê avakirin ku li ser yasayan kar bike.
Ahmet Turk wiha axivî: “Divê parlamento berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Di encamê de kar dê li wê derê bê kirin. Divê parlamento û hemû komên partiyên siyasî rolekê wergirin da ku piştgiriyê bidin aştiya vî welatî. Ahmet Turk ê ku çû Îmraliyê dibêje ku pêwîst e komîsyonek bê avakirin ku ji hemû partiyên siyasî pêk tê.”
Ahmet Turk herwiha diyar kir ku armanc demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û gavên ku ji bo vê yekê têne avêtin ne mijara bazarê ne.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.




